Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Egera Ne Pêkanîna Hilbijartinên Lîbyayê Hişyarîyê Dide


Zilamekî Lîbyayî bo dengdanê li navendeke dengdanê ya li Trablusê xwe qeyd dike, 8'ê Mijdara 2021'an.
Zilamekî Lîbyayî bo dengdanê li navendeke dengdanê ya li Trablusê xwe qeyd dike, 8'ê Mijdara 2021'an.

Nûner û navbeynkarê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Lîbyayê Jan Kubis îro Çarşemê ser rewşa wî welatî hişyarî da.

Kubis got ku heke hilbijartinên giştî yê Lîbyayê neyên lidar xistin, dibe ku rewşa Lîbyayê "gelekî xirabtir bibe" û ev yek bibe sedema zêdetir parçebûn û pevçûnan.

Ji dema ku dîktratorê berê Muamer Qedafî sala 2011'ê bi piştgirîya NATO'yê ji desthilatê hate avêtin, Lîbya di nava kaos û şer de ye.

Li Lîbyayê pêkanîna hilbijartinan bo nexşerêya NY ya bo bidawîkirina krîza deh salî ya li welêt wek xala serekî tê nirxandin.

Lê pispor dibêjin ku bêyî lihevkirineke zelal ya li ser bingeha qanûnî ya hilbijartinê, dibe ku alîyên serekî dengdanê red bikin.

XS
SM
MD
LG