Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Dibe Du Mîlyon Kes Koçberî Tirkiyê Bibin


Panos Moumtzis, kordînatorê NY yê alîkarîya pirsên mirovatî bo Sûriyê.

Netwên Yekbûyî roja Duşemê ragihand ku dema şer li bakurê rojavayê Sûriyê dijwartir bibin, dibe ku nêzî 2 milyon kes ber bi Tirkiyê ve koçber bibin, ev di wê demê de ye ku alîkarîyên mirovatî bi şêweke metirsîdar kêm dibin.

Hêzên artêşa Sûrî bi alîkariya Rûsya êrîşên esmanî û bejahî dikin ser bingehên herî dawî yên di dest hêzên opozisyonê de mane li Îdlbê, ev êrîş bûne sedema revîna 10an hezar kesan ji cih û warên wan.

Korînatorê herêmî yê Netewên Yekbûyî jibo xizmetên mirovatî Panos Moumtzis got "Em di trisin dema ev rewş weha bidome, bibe hejmara koçberan zêde bibe û ya rastî emê bibînin 10 hezaran..milyonek yan 2 milyon kes dê ber bi sinorên Tirkiyê ve herin".

Artêşa rejîma Sûrî li dawiya Nîsana bûrî bi tûndî êrîşên xwe li dij herêmên başurê parêzgeha Îdlbê û herêmên hevsinor li gel parêzgeha Hema û Laziqiyê pêk tîne. Şerên herî dijwar di nav bera Beşar Asad û opozisyonê de ji havîna burî heta niha pêk tên.

Moumtzis ji Cinêv bo ajansa Reuters ragihand ku, rewş gelek xerab dibe, peymana Rûsya û Tirkiyê ya derbarê herêma kêmkirina nakokiyan qet pêk nehatîye û got "em dibînin êrîşên rastî û karîger li ser nexweşxane û dibistanan li herêmên sivîlan û bajarvanî pêk tên ku li gor yasaya navnetewî jiber sedemên mirovatî nabe weha be".

Herwiha dibêje, divê ev êrîş ji ber pirsên morvatî bihên rawistandin.

XS
SM
MD
LG