Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Wê Dest Bi Proseya Siyasî Ya Sûdanê Bike


Sudan protesters - burnt tires tyres burned - smoke - fire - barricade Khartoum
Sudan protesters - burnt tires tyres burned - smoke - fire - barricade Khartoum

Neteweyên Yekgirtî îro Şemiyê got ewê serkirdeyên leşkerî, partiyên siyasî û gurûpên din yên Sûdanê vexwendî “proseya siyasî” bike ji bo dawîanîna kirîza welêt ,piştî kudetaya Cotmeha borî.

Navberiya Neteweyên Yekgirtî di hefteyên piştî kudetayê de, hîşt ku Abdulla Hamdok bibe serokwezîr, lê destkişana wî ya ji kar hefteya borî, gumana li dor siberoja siyasî ya Sûdanê û planên hilbijartinên 2023an kûrtir kir.

Komîtên berxwedanê yên taxan û partiyên siyasî û her wiha gurûpên dinê yên alîgirên demokrasiyê xwepêşandanên berdewam dikin. Ew siloganên “ na ji bo guftûgoyê” hil didin, li gel hêzên ewlekariyê dikevin pevçûnan û di encamê de ta niha herî kêm 60 kes hatine kuştin.

Dîplomat dibêjin eger pîvanên nû ji bo qonaxa veguhêz û hilbijartinan neyên danîn, dê neseqamgêriya Sûdanê û derdora wê kûrtir bibe.

Nûnerê taybet yê Neteweyên yekgirtî Volker Perthes di daxuyaniyekê de destpêkirina proseya bi navberiya NY ragihand û got dê leşkerên Sûdan, tevgerên çekdar, partiyên siyasî, civaka sivîl û komîtên berxwedanê werin vexwendin ji bo beşdarbûna di proseya siyasî de.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG