Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona NY ya Lêpirsînê Dibêje Sûrîyê bo Vegera Penaberan Ne Ewle Ye


Avahîyeke wêranbûyî li bajarê Daraa yê başûrê Sûrîyê.

Vekolerên tawanên şer yên Neteweyên Yekbûyî îro Sêşemê ragihand ku Sûrîyê hîn jî jibo vegera penaberan ne cîheke ewle ye.

"Belge hene ku li Sûrîyê tundûtûjî xirabtir dibe û binpêkirinên mafên mirov ji alîyê hêzên hikûmetê ve zêdetir dibin," vekoleran got.

Komîsyona NY ya Lêpirsê derbarê Sûrîyê da zanîn ku bi giştî rewş ne baş e û li çend deverên welatê parçebûyî şer heye, aborî rûxandî ye û asta avê kêm bûye û êrîşên mîlîtanên DAIŞê zêde bûne.

“Di nav deh salan de, alîyên şer hîn jî tawanên xwe yên şer û tawanên dijî mirovî didomînin û mafên bingehîn yên Sûrîyan binpê dikin,” Berpirsê Komîsyonê, Paulo Pinheiro di raporta hejmar 24 ya rêxistina xwe de got.

Wî herwiha bal kişand ku şerê li dijî sivîlên Sûrî berdewam dike û jibo wan zehmet e ku cîhekî ewle û aram li vî welatê ku bi şer wêran bûye, bibînin.

Di beşekê raportê de hate gotin ku bi kêmî ve 243 kes di heft teqînên trimbêlan de li Efrîn û Serêkanîyê hatine kuştin.

Ev daxuyanîya NY hat du rojan piştî ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Çavuşoglu gotibû ku hikûmeta wî ligel NY egera vegerandina penaberên Sûrî bi welatê wan gotûbêj kiriye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG