Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî îro Şemiyê kombûneka awarte li dar xist li dor êrîşa Amerîka, Brêtanya û Frensa ya li ser sê bingehên çekên kîmawî yên Sûrî.
Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekgirtî Vasily Nebenzya di axaftina xwe de êrîşa dijî hikûmeta Sûriyê şermezar kir û got ew gefê dide ser proseya çareseriya siyasî ya şerê Sûriyê ku Neteweyên Yekgirtî hewil dide encam bide.
Balyoza Amerîka Nikki Haley ji civata ewlekariyê re got:
"Eger serokê Sûriyê careka din çekên kîmawî bikar bîne wê demê Amerîka di amadebaşiyê de ku bersivê bide."
Wê got:
“Em piştrastin ku me programa çekên kîmawî ya Sûriyê pûç kir. Em amade ne vê fişarê berdewamkin eger rêjîma Sûrî bêhiş be ta radeya ku vîna me têst bike.”