Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê NY “Xemên Tund” li Dor Şerê Başûrê Rojavayê Sûriyê Hene


Antonio Guterres
Antonio Guterres

Sekretere giştî yê Neteweyên Yekgritî Antonio Guterres “ xemên tund” derbirîn li dor bilindbûna asta kiryarên leşkerî vê dawiyê li başûrê rojavayê Sûriyê, li gor daxuyaniyeka peyvdarê wî.

Daxuyaniyê got:

“Di encama êrîşan de bi hezaran sivîl neçar bûn ji malên xwe birevin. Piraniya wan xwe li sînorê Urdun digrin. Sekreterê giştî her wiha bi xem e ku ev êrîş metirsiyeke mezin bidin ser ewlehiya herêmê.”

Guterres bang dike ku “ev gurkirina leşkerî yekser raweste û hemî aliyên şer, li gor yaseya navnetewî, rêzê li pêgiriyên xwe bigrin, di nav de jî parastina sivîlan û binemalên wan.”

Tîrmeha sala borî, Urdunê li başûrê Sûriyê navçîtiya rêkeftina agirbestekê di navbera Amerîka û Rûsya de kir.

Tevî ku Rûsya beşek ji rêkeftinê bû, hikûmeta Sûrî erênekir. Ew bi berdewamî belevokan li herêmê belav dike û tenê du bijaran dide pêş hêzên opozisyonê_ yan çekên xwe deynin yan bimrin.

XS
SM
MD
LG