Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Îsraîl û Hamasê bi Tawanên Ceng Sûcdar Dike


Berpirsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Navi Pillay, Îsraîl û mîlîtanên Hamasê sûcdar dike ku di alozîya Gaza de reng e tawanên ceng kiribin.

Xanim Pillay îro Pêncşemê ji rojnamevanan re got ku Îsraîlê dijî qanûnên navnetewî êrîşî mal, xwendingeh, nexweşxane û avahîyên NY kir.

Wê got, divê civaka navnetewî ji kiryarên wî rengî re bêdeng nebe û hesaba wan kiryarana bipirse.

Berpirsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî Pillay, Hamas jî şermezar kir. We got Hamas bêyî ku hedefa xwe bi zelalî dîyar bike, roketan davêje Îsraîlê û deverên bin kontrola NY wek depoya çekan dixebitîne.

XS
SM
MD
LG