Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî Wêneyên Ziyanên Bajarê Helebê Belav Dike


Neteweyên Yekgirtî îro çarşemê hin wêneyên ji esmanî hatîn kişandin belav kirin ku, di wêneyan de ziyanên herî dawî li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê tê diyar dikin, ew cihên rastî êrîşên esmanî yên Sûriyê û Rûsya hatîn, ji dema têkçûna agirbestê.

Belavkirina van wêneyan di wî çaxî de tê, dema hêzên hikûmeta Sûrî êrîşeke tund ji aliyê başûrê bajêr ve dibin ser navçeyên di bin destê serhildêran de, Neteweyên Yekgirtî texmîn dike ku, nêzî 275 hezar kes li wan herêmên Helebê hatine dorpêşkirin.

Li Ginêvê berpirsekî programa wêneyên esmanî got ev wêneyên nû yên aliyê rojhilata bajarê Helebê ne, di wêneyan de tê xuyakirin ku, êrîşên esmanî pêkhatine û dide zelakirin kanê êrîşan çi ziyan gihandiye wan herêman.

Rawêjkarê lêkoler li Neteweyên Yekgirtî Lars Bromley got “Ji dema têkçûna agirbestê ve, tu bê guman ziyanên herî xerab dibînî. “

Wêneyekî roja şemiyê hatibû girtin hilweşandina dibistanekê û cihekî werzişê li navçeya Owaija nîşan dide.

Bi şêweke zelal di wêneyan de, wêrankarî tê xuyakirin.

XS
SM
MD
LG