Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje li Kampa Hol û Roj Nêzî 700 Kes di Demên Dawî de Mirine


Kampa Hol
Kampa Hol

Berpirsê dijterorîzmê yê Neteweyên Yekbûyî Vladimir Vorontsov got ku li du kampên li bakurê rojhilata Sûrîyê ku dora 70,000 jin û zarokên bi çekdarên DAIŞ’ê re girêdayî dimînin, 700 kes di demên dawî de mirine.

“Li gor agahîyên ku giheştine ofîsa min, li kampên Al Hol û Roj ku di bin kontrola hêzên bi pêşengîya Kurdan ya hevbendên Amerîka ne, nêzî 700 jin û zarok jiber tunebûna xwarin û dermanan û jiber şertên giran mirine.”

Vorontsov hişyarî da ku mirinên dawî bûye sedema “hêsta hêrsbûnê” û mayîna wan kesan li kampan xeterîyeke mezin e.

Wî bang li civaka navnetewî kir ku çareserî ji wê problemê re bibîne ku rewş didemên were de xibatir nebe.

“Ew kes dikarin materyalên peqînkar çêkin ku jibo jinûve destpêkirina çalakîyên terorîstan li Îraqû û Sûrîyê gelek alîkar bin,” Vorontsov got.

Xaça Sor ya Navnetewî di Nîsanê de ragihandibû ku li kampa 66,000 û li kampa Roj jî 4,000 jin û zarok hene ku piranîya wan malbat û merivên çekdarên DAIŞ’ê ne.

XS
SM
MD
LG