Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY Hember Ceribandina Muşekên Îranê Civîna Awarte Dar Dixe


Di vê wêneya arşîvê de ceribandineke muşekan ya Îranê
Di vê wêneya arşîvê de ceribandineke muşekan ya Îranê

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, hember ceribandina muşekên balîstîk ya Îranê, îro Sêşemê civîneke awarte li dar dixe.

Civîn ji alîyê Amerîka ve hat daxwaz kirin, piştî ku Îranê roja Yekşemê ceribandina muşekeke ku cureya wê bi zelalî nayê zanîn, pêk anî.

Biryara Civata Ewlekarî ya bi jimara A 2015 qedexe dike ku Îran kiryarên girêdayî muşekên balîstîk bike ku bo hilgirtina serikên navokî tên xebitandin.

Piştî qedexeya hêşt salan, Îranê bi şeş hêzên cîhanê re rêkeftina navokî îmza kiribû ku programa wê ya navokî, beramber rakirina toleyên aborî, dixe bin çavdêrîya navnetewî.

Wezîrê Derve yê Îranê îro li Tehranê pêkhatina ceribandina muşekan ne piştrast kir, ne jî red kir, lê wî dubare kir ku muşekên Îranê ne jibo armancên navokî ne.

XS
SM
MD
LG