Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê NY Banga Betalkirina Referanduma Kurdên Îraqê Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li Kurdên Îraqê kir ku plana pêkanîna referanduma serxwebûne rawestînin da ku bandorên neyênî li ser şerê dijî DAIŞ’ê çênebin.

Guterres di daxuyanîyeke nivîskî de roja Yekşemê dîyar kir ku divê pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê bi dîyalog û "lihevkirina avaker" werin çareser kirin.

Herêma Kurdistanê plan dike ku di 25’ê mehê de, li sê parêzgehên bin kontrola xwe û li hin herêmên kêşebar, ku Îraq jî wek bin desthilata xwe dibîne, referanduma serxwebunê bike.

Guterres got ku biryarên yekalî dê bala ser şerê dijî DAIŞ’ê belav sîst bike û zîyanê bide hewilên avakirinê û bizavên vegera penaberan.

XS
SM
MD
LG