Komeke pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Duşemê bi daxuyanîyeke bang li hemû welatan kirin ku Filîstînê wek dewleteke serbixwe nas bikin da ku li Rojhilata Navîn aştî peyda bibe.
"Ev şerteke pêşîn e ku aştîya mayînde li Filîstîn û tevahîya Rojhilata Navîn ava bibe- ku bi ragihandina demûdest agirbesta li Gaza û astengkirina zêdetir operasyonên leşkerî li Refahê, destpê dike."
Pisporên NY naskirina dewleta Filîstînê wek qebûlkirineke girîng ya mafên mirovan bi nav dikin, wek mafên gelê Filîstînê û têkoşîna wan ya jibo azadî û serxwebûnê.
Ev banga ji NY îro hat, piştî ku Îspanya, Îrlanda û Norwêcê di 28 Gulanê de, bi fermî dewleta Filîstînê nas kiribû.
Îsraîlê bi tundî bertek nîşanî wan welatan Ewrupî dabû ku piştî şerê nêzî heşt mehan li Gazaher di qada cîhanê de tênetir dimîne.
"Çareserîya du dewletî tekane rêya ber bi aştî û ewlehî ye ku li ser hevbîrbûna navnetewî heye; hem jibo Filistîn û hem jî jibo Îsraîlê û rêyeke rizgarkirina nifşan ji çerxên tundî û hêrsbûnê, " pisporên NY got.
Bi naskirina dewleta Filîstînê, ku Îspanya, Îrlanda û Norwêcê gotibû ku ew hewl didin ku jibo agirbestek li Gaza piştvanîyê bikin.
Wezareta Derve ya Îsraîlê heya niha bersîv nedaye daxwaza şîrovekirina daxuyanîya pisporên NY.
Jêder: Reuters