Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Pêşnîyara NY ya Redkirina Biryara Trump Veto Kir


Welatên Yekbûyî yên Amerîka îro Duşemê pêşnîyareke Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî veto kir, ku biryara Trump ya nasîna Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê, red dikir.

14 endamên Civata Ewlekarî piştgirî dan pêşnîyara ku ji alîyê Misirê ve hatibû amade kirin.

Teksta pêşnîyarê dibêje ku welatên pitştgir ji biryara Trump ya naskirina Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê û peyvajoya veguhastina balyozxanê ji Tel Avivê bi fikar in.

"Her biryar yan kiryareke ku karakter, statu yan demografîya bajarê pîroz Qudsê dihugerîne, li pêş qanûnê bê desthilat û bê bandor e û divê paş de were kişandin," di pêşnîyara vetokirî de hate gotin.

Fîlîstîyan Qudsa Rojhilat wek paytaxta dewleta xwe ya siberojê dibînin û Serokê Fîlîstînê Mahmud Abbas hefteya borî gotibû ku ew êdî di danûsantandinan de rola Amerîka qebûl nakin.

XS
SM
MD
LG