Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY Ser Êrîşên Rejîma Sûrî Kom Bû


Bajarokê Saraqeb, Idlib, Sûrîya
Bajarokê Saraqeb, Idlib, Sûrîya

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê bo gotûbêjan derbarê bikarhatina çekên kîmyayî li Sûrîyê civînek li dar xist.

Balyoza Amerîka li NY, Nikki Haley ji Civata Ewlekarî re poeyîvî.

“Di destê me de raport hene ku rejîma Beşar Esad di nav hefteyên dawîyê de çend caran gaza klorîn li dijî gelê xwe bi kar anîye û nîşan û berjengên xuya ji dehan qurbanîyan di ber dest de ne.”

Grubên dermanî û tîmên hawarçûna destpêkî li Sûrîyê raport kirine ku çend birîndaran nîşan û berjengên wek hev yên gaza klorîn hebûn.

Li gor raportan, piştî êrîşek kîmyayî dereng wex roja Yekşemê bo ser bajarokê Saraqeb li Îdlib gelek kes kêşeyên henasê hebûn û bêhna klorînê li ser cilên wan dihat hest pê kirin.

Radi Saad, ji rêxistina berevanîya sîvîlan, ji ajansa Reuters re got ku helîkopteran du bermîlên kerestên kîmyayî berdan ser bajêr.

Şer û alozî li ji meha Berfanbara sala borî ve Îdlib zêde bûne ku artêşa Sûrî bi piştevanîya balefirên şerker yên Rûsî û milîşayên Îranî ve têne piştgîrî kirin, êrîşeke leşkerî destpê kirine ku tê de dest bi ser cihên sereke yên serhildayan de girtîye.

Hêjayî gotinê ye ku serhildayan roja Şemî firokeke şerker ya Rûsî anî xwar û pîlotê wê jî kuştin.

XS
SM
MD
LG