Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Pêşnîyara Dirêjkirina Vekolîna Êrîşên Kîmyayî li Sûrîyê Veto Kir


Rûsya îro pêşnîyareke Civata Ewlehî ya dirêjkirina vekolerên êrîşen kîmyayî li Sûrîyê veto kir.

Di dengdana Civata Ewlehî de 11 dewlet piştgirî da pêşnîyara dirêjkirinê ya bo saleke din, lê Rûsya û Bolîvya li hember wê derketin û Çîn û Qazaqistanê di dengdanê de cîh negirtin.

Li ber e tîma vekoler di demeke nêzîk de li ser êrîşa kîmyayî ya Xan Şêxun raporta xwe eşkere bike.

Sê roj piştî wê êrîşê, Amerîka bi roketan li bingeheke leşkerî ya Sûrî xistibû ku di êrîşa kîmyayî de hatibû xebitandin.

XS
SM
MD
LG