Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF Xemgînîya Xwe Ser Kuştina 8 Zarokan li Til Rifatê Radigihîne


Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ew bi raportên kuştina 8 zarokan û birîndarkirina 8 zarokên din yên di êrîşa ser bajarokê Til Rifat ya bakurê Helebê gelek xemgîn e.

UNICEF bal dikşîne ku hemî qurbanî zarokên ji 15 salî biçûktir in.

“Di nav tenê çar hefteyên borî de hejmara zarokên ku li bakurê Sûrîyê hatine kuştin, bi kêmî ve bûye 34 kesan. Bi berdewambûna tundî û tûjîyê li hin beşê Sûrîyê, kuştina zarokan jî zlde dibe,”

UNICEF alîyên şerker rexne dike ku du bav neh salên borî yên şerê navxweyî de, prensîba parasta jîyana zarokên bi tevahî binpê kirine.

“UNICEF bala hemî alîyên şerker li Sûrîyê dikşîne ku divê jîyana zarokan were parastin. Nabe ew werin armanc kirin û kesên ku zarokan bikuje dê ji wan kiryaran berpirs bin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku di topbarana artêşa Tirkîyê de, li gor agahîyên Heyva Sor ya Kurd, herî kêm 10 kesan jîyana xwe ji dest dabûn ku 8 ji wan zarok bûn. Herwiha 10 kesên din ku dîsa piranî zarok bûn.

Hevseroka Hevyva Sor Anjela Reşo dabû zanîn ku rewşa hin birîndaran giran e, loma pêkan e ku hejmara kuştîyan pirtir be.

Dîdevanên êrîşê ji VOA re gotibû ku top û mûşekên artêşa Tirk li dora sûka Til Rifatê û navenda Heyva Sor ya Sûrî ketine û topbaran di dema vegera şagirtan ji dibistanê çêbû, loma piranîya qurbanîyan zarok bûn.

Pirtir ji 150 hezar derbiderên Efrînê li Til Rifatê û herêma Şehba dimînin û ew bi berdewamî dibin armanca topbarana hêzên Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG