Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) xema xwe dîyar dike ku hejmareke zêde ya penaberên Sûrî ji Urdunê vedigerin welatê xwe.
Berdevka Komîserîya Bilind ya Penaberan Melissa Fleming îro Înîyê got, ji destpêka meha Nîsanê vir ve, dora 3.000 penaber sînor derbaz kirine û ji Daraa derbazî Sûrîyê bûne.
Melissa Fleming dibêje, ew di xemê de ne jîyana penaberan di xeterê de ne, jiber ku piranîya deverê hîn jî qada şer e.
Neteweyên Yekbûyî dibêje, pirtir jî 70 hezar kes ji destpêbûna şerê navxweyî vir ve, anku ji Adara 2011’ê vir ve li Sûrîyê hatine kuştin.