Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR Banga Xurtkirina Ewlehî û Parastina Penaberan Dike

Five Syrian babies, three of them triplets (L to C), lie in blankets among their relatives as they arrive with other refugees and migrants aboard the passenger ferries Blue Star Patmos and Eleftherios Venizelos from the islands of Lesbos and Chios at the

Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî, Komîserîya Bilind ya Penaberan (UNHCR) banga xurtkirina ewlehî û parastina penaberan dike, berî ku ew li gor peymana navbera Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê ji Yunanistanê bo Tirkîyê bêne şandin.

UNHCR hişyarî dide ku jibo bi ewlehî vegerandina penaberan û parastina mafên wan yên mirovan, divê pîvanên ewlekarîyê bêne misoger kirin.

Ne tenê UNHCR, lê rêxistinên din yên mafên mirovan jî heman xemên xwe bilind dikin.

Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty) jî di raportekê de îro Înê bal kişand ku Tirkîye bi hezaran penaberan, bi awayekî neqanûnî zivirandin Sûrîyê.

UNHCR dibêje, ew ne li dîjî zivirandina wan kesan e ku daxwaza penaberî nekirine û ne hewceyî parastina navnetewî ne, lê divê mafên mirovan yên hemî kesan, bê şert û merc, bêne parastin.

UNHCR da zanîn ku niha 51,000 penaber li Yunanistanê ne û ji wan 5,000 li giravan dimînin.

Ajansa penaberan bal dikşîne ku ew penaber li stargehên qalabalix û nepaqij de dîmînin û banga baştirkirina şertên jîyanê yên van penaberan dike.

XS
SM
MD
LG