Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Sala Borî 68.5 Mîlyon Kes li Seranser Cîhanê Derbider Bûn


Neteweyên Yekbûyî dibêje ku bi awayekî rekorî 68.5 mîlyon kes li seranser cîhanê neçar mane ku sala borî jiber şer, tundî û cezakirinê malên xwe bihêlin û birevin.

Berpirsê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) Filippo Grandi îro li Cenevrê ji peyamhinêran re got ku hejmarên dawîn ya sala 2017’an, sê mîlyon kes ji ya ya sala 2016’an pirtir in.

“Sala çûyî dora 16 mîlyon kes mecbûr bûn ku jiber şerên berdewam ji cîh û warên xwe biterkînin. Çaresernekirina wan kêşeyên dûr û dirêj giwaştinên berdewam li ser sîvîlan dikin.”

Grandi da zanîn ku du ji sê hemî penaberên li seranser cîhanê ji çend welatên wek Afganistan, Sûrîye, Sudana Başûr û Komara Demokratîk ya Kongo tên.

XS
SM
MD
LG