Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Tundîya Berdewam li Îraqê Xema Xwe Dîyar Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) îri Înê bang li hikûmeta Îraqê kir ku bihêle hemwelatî bi azadî nerînên xwe derbînin.

Berdevika Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY (UNHCR) Marta Hurtado îro li Cenevrê xema xwe ser tundîya berdewam ya li Îraqê dîyar kir.

"Em dibînin ku jimareke xwepêşandan li seranser Îraqê didomin ku xwenîşander tê de bêkarî û tunebûna xizmetên bingehîn protesto dikin. Piranîya xwepêşanderan kesên ciwan in ku bê şuxul in û dixwazin ku hikpmet rêz li mafên wan yên aborî û civakî bigire.”

Hurtado helwesta hikûmeta Îraqê ya hember xwenîşanderan rexne kir ku rêbazên tund bi kar tînin.

"Em xembar in ku hêzên ewlekarîyê cebilxaneyên rastîn û guleyên plastîk bi kar tînin û li hîn deveran gazên îsotê yekser davêjin ser xwepêşanderan. Jêderên me heta niha kuştina 12 kesan li Bexda piştrast kiriye."

Berpirsa UNHCR’ê herwiha desteserkirina 3 rojnamevanan ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve rexne kir û ji hikûmeta xswest ku pêşî li ragihandinê negire.

Di xwepêşandanên nerazîbûnê yên berdewam de hejmara giştî ya kesên ku di encama tundî û tûjîya di xwepêşandanan de hatine kuştin, giheşt herî kêm 46 kesan.

Ajansa Reutersê ragihand ku piranîya kuştinan di 24 demjimêrên dawî de çêbûne.

XS
SM
MD
LG