Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY ji Nîv Mîlyon Penaberên Sûrî re Stargehan Digere


Di vê fotoya arşîvê de Filippo Grandi bi penaberên Sûrî re xane dibe

Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li welatên cîhanê kir ku jibo nêzîkî nîv mîlyon penaberên bêçare yên Sûrîyê mal bên peyda kirin.

UNHCR bang li nûnerên zêdetir ji 90 welatên beşdarî konferansekî di asta wezîran da kir ku bi rêya bicîhkirin û bernameyên din yên mirovahî stargehekê bidin penaberên Sûrîyê.

Welatên cîranê Sûrîyê piranîya barê giran yê krîza penaberên Sûrî hildigirin. Ew 4.8 mîlyon penaberan dihevînin. Ajansa penaberan ya Welatên Yekbûyî dibêje welatên din divê hindek wî barî bidin ser milê xwe.

Filippo Grandi yê ji Komîserîya Bilind ya Penaberan (UNHCR) dibêje armanca ajansa wî ev e ku di sê salên dahatu da seda deh an jî nêzîkî 480,000 penaberan bicîh bike.

Ew qebûl dike ku ev ne sanahî ye, bi taybetî jiber dijberîya welatên Ewrupî û yên deverên din bo hewandina gelên ji zilm û şeri direvin.

Grandi dibêje hejmareke mezin Sûrî bi hêvîya hewandinê li welatên Ewrupa ber bi rêwîtîyên xeter ve dimeşin li ser Deryaya Spî.

Ew dîyar dike ku peymana wan rojane ya YE û Tirkîyê, jibo cîhkirinê penaberan ne pêkan e krîza penaberên Sûrî çareser bike.

“Mebasta me jibo Tirkîyê û Yekîtîya Ewrupa û birastî jibo Civaka Navnetewî ev e ku rêyên qanûnî jibo qebûlkirinê, alternatîfeke pir bi hêz e jibo rêwîtîya bi xeter, bi taybetî jî jibo gelê hesas. Vêca, heke ev zûtir bê pêkanîn, zêdetir mirov dê dest ji qayik û rêyên din yên çûnê berdin.”

Ji bilî cihkirinê jî, UNHCR teklîfên din yên rêyên qanûnî jibo welatan dike da ku ew bidin ber çavan. Di nav van da, bursa akademîk, vîza mirovahî, bernameyên lezgînî û hêsantir jibo yekbûna malbatan, û tedavîya saxlemî hene.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon piştevanîya banga UNHCR dike da ku welat penaberên Sûrî bicîh bikin. Ew dibêje, netewe sûdê ji penaberan verdigirin jiber ku ew qabilîyetên nû û bi rûmet tînin û gelek alîkarîya aborî ya erênî jibo civakên wan pêşkêş dikin.

"Hewildanên hetik kirina gelên ji şer û zilmê direvin ne tenê heqaret, êriş û bêsûd e, lê xelet e jî. Û tedbîrên jibo kontrolkirina hatina penaberan, divê mafên mirovan û rûmeta her kesekî biparêze."

Ji şerê cîhanê yê duyê heta niha, krîza penaberên Sûrî qeyrana herî mezin ya cîhanê ye.

UNHCR radigîhîne ku ji sala 2013 heta niha welatan zêdetir ji 179,0000 cihên koçberîyê jibo penaberên Sûrî terxan kirine.

Rêvebirên UNHCR hêvî dikin ku wê zêdetir pêşnîyar di vê konferansê da pêşkêş bin. Di ser da ew dibêje ev kêşeyeke global e û divê bersîvdan jî global be.

Ragihandin: Lisa Schlein, Cenevre

Werger: Çeto Ozel

XS
SM
MD
LG