Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê NY David Kaye Bang li Tirkîyê Dike ku Rojnamevanên Girtî Azad Bike


Kye ligel karbiestên Tirk li Enqerê
Kye ligel karbiestên Tirk li Enqerê

Raportorê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê azadîya raman û ragihandinê David Kaye Îro li Enqerê ya paytaxta Tirkîyê bang li hikûmeta wî welatî kir ku hemî rojnamevanên girtî azad bike.

Kaye di preskonferansa di dawîya serdana xwe ya yek hefyeyî de got ku hikûmeta Tirkîyê, piîtî darbeya têkçûyî li Tîrmehê, bi hecêta “parastina hemwelatîyan” rê li ber xwe vekiriye ku azadîya ramanê sînor bike.

Kaye da zanîn ku jiber hewila darbeya leşkeri, sempatîyeke wî ya kûr ji Tirkîyê re heye, lê hikûmet berpirs e ku mafên hemwelatîyên xwe biparêze û ew jî nayê wê maneyê ku her tiştê ku dilê wê bixwaze bike û azadîya ramanê dorteng bike.

Di serdana xwe de Kaye ligel karbidestên hikûmetê, nûnerên HDPê, rojnamevanên li zindanê û bi rojnameya Cumhiriyetê re, ku sernivîskar û neh karmendên wê li girtîgehê ne, hevdîtanan pêk anîn.

"Encama ku ez giheştim ev e ku rewşeke tarî heye û li welêt bi awayekî berfireh astengkirina azadîya ramanê û azadîya ragihandinê heye heye,” Kaye got.

The conclusions I would say are fairly grim and reflect what I think is a deep sense of restrictions on freedom of opinion and expression throughout the country," Kaye said.

Kaye bang li hikûmeta Tirkîyê kir ku pêdaçûnê li ser qanûnên xwe yên dijî-terorê yên vekirî û sist bike û rê li ber rexnekirina hikûmetê veke.

Wî daxwaz ji hikûmetê kir ku dezgehên ragihandinê yên daxistî, jinûve veke û bihêle ku karmendên ku i kar hatine avêtin bikaribin serî li dadgehan bidin.

XS
SM
MD
LG