Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF: Li Afganistanê bi Kêmî ve 27 Zarok Hatine Kuştin


Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li sê herêmên Afganistanê di sê rojên dawî de bi kêmî ve 27 zarok hatine kuştin û 136 jî birîndar bûne.

Berpirsê UNICEF’ê yê bo Afganistanê Herve Ludovic De Lys bi e-nameyekê da zanîn ku li welêt binpêkirina mafên zarokan zêde bûye.

De Lys dîyar kir ku li Afganistanê mafên zarokan bi awayekî giran têne binpê kirin û da zanîn ku UNICEF li hember vê rewişê şok derbaz kiriye.

Wî da zanîn ku li Afganistanê zilma dijî zarokan roj bi roj zêde dibe.

Ew kuştinên UNICEF’ê ragihandine, li Kandahar, Host û Pakria hatine tespît kirin.

XS
SM
MD
LG