Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF: Jiber Operasyonên Berdewam 35,000 Zarok ji Mûsilê Koç Kiriye


Zarokên Îraqî li dibistaneke UNICEFê xwane dibin
Zarokên Îraqî li dibistaneke UNICEFê xwane dibin

Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro Sêşemê ragihand ku 35,000 zarok ji Mûsilê koç kiriye.

Rêvebirê UNICEF’ê li Îraqê, Peter Hawkins, îro Sêşemê ji AP'ê re got ku di hemî alozîyan de zarok qurbanîyên bêguneh in û di nav vî şerî de jî yên herî masûm ew in.

‘’DAIŞ ji Mûsilê tê derxistin û jibo ku şer dewam neke, divê ji xîzmetên zarokan re alîkarî bê kirin.’’

Artêşa Îraqê û koalîsyona bi pêşengîya Amerîka jibo ku Mûsilê ji dest DAIŞ’ê derxînin ji meha dehan vir ve êrîşên giran dibin ser wî bajarî.

Ji destpêka operasyonan vir ve 93,500 kes malên xwe terk kiriye, bi sed hezaran sîvîl ji li hindur malên xwe asê mane. Mûsil, bi mezinbûna xwe li Îraqê bajarê duyê ye û wek keleha DAIŞ’ê tê zanîn.

General Abdul Wahab el-Saadî da zanîn ku hêzên Îraqê ji rojhilata bajêr ketine hindurê Mûsilê û roja Duşemê danê êvarê taxa Falahê bi şûnde standine. Jiber êrîşên ji tankan û firokeyên cengê ezmanê Mûsilê bi mij û moranê dagirtî ye.

Mûsil, li bakurê rojavayê Bexda ye û 360 kîlometre ji wir dûr e. Ev bajar di havîna 2014’an de ketibû destê DAIŞ’ê. Artêşa Iraqê li hindurê Mûsilê pêşde diçû, lê ev çend hefte ne ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên bi wesayîtên bombebarkirî hinekî giran pêş de dihere.

Çekdarên DAIŞ’ê tunelên binerdê jî kolandine û di wan tunelên ku rêya wan li hev vedibin re êrîşan dibin ser artêşa Îraqê û herwiha sekvanên DAIŞ’ê jî rê li ber pêşdeçûna hêzên Îraqî digirin.

XS
SM
MD
LG