Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF: 80,000 Zarokên li Bakurê Sûrîyê jiber Operasyonên Tirkîyê Derbider Bûne


Sûrîyên ku giheştine Herêma Kurdistana Îraqê

Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro Sêşemê ragihand ku nêzî 80,000 zarokên ku li bakurê rojhilata Sûrîyê dijîn, jiber operasyonên Tirkîyê derbider bûne.

UNICEF dide zanîn ku ji 9ê Cotmehê ya destpêbûna operasyonê vir ve, 26 zarok jî hatine kuştin.

UNICEF dîyar kir ku li gor pêşbînîya wê dora 2,000 zarok ji bakurê Sûrîyê derbazî Herêma Kurdistana Îraqê bûne.

UNICEF herwiha dide zanîn ku kêşeya avê li bajarê Hesekê hatiye çareser kirin, piştî ku kargeha pompekirin avê li gundê Alûkê bi hevkarîya jêderên xwecîhî hate jinûve hatiye çêkirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG