Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF: 2018 bo Zarokên Sûrîyê Sala Herî Dijwar Bû


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku sala 2018’an jibo zarokên li Sûrîyê bûye sala herî dijwar.

Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dîyar kir ku li Sûrîyê di pevçûnên par de 1106 zarok hatine kuştin.

Li gor daneyên NY’ê ew di heşt salên dawî yên şerê navxweyî yê Sûrîyê de hejmara herî bilind e.

Dîrektora Giştî ya UNICEF’ê Henriatta Fore da zanîn ku ew di raporên xwe de tenê kuştinên piştrastkirî dinivîsin û da zanîn ku dibe ku hejmara rast hîn pir bilind be.

Fore dîyar kir ku ji bîragiştî wetrê şerê Sûrîyê bi dawî dibe, lê hişyarî da ku ew rastîyê nîşan nade û got ku metirsîya bo zarokên li wî welatî didome.

Rapora UNICEF’ê dide zanîn ku zarok pirtir jiber peqînkarên nepeqîyane têne kuştin ku hejmara zarokên bi wan hatine kuştin 434 e.

NY dîyar dike ku di şerê navxweyî yê Sûrîyê de, ku di sala 2011’an de destpê kir, 500,000 kes hatine kuştin, 5,6 mîlyon kes ji welêt derketin û 6,6 mîlyon kesên din jî di nav welêt de cîhên xwe guherandin.

XS
SM
MD
LG