Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF: Pirtir ji 3 Mîlyon Zarokên Sûrî Nikarin Herin Dibistanan


Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi daxuyanîyekê ragihand ku di şerê navxweyî ya Sûrîyê de, ku di sala 2011’an de destpê kiribû 12 hezar zarok hatine kuştin û birîndar bûne.

UNICEF’ê da zanîn ku tevî ku li Sûrîyê pevçûn kêm bûne jî sala borî bi ser 61 dibistan û 29 nexweşxaneyan êrîş li dar ketine.

Li gor daxuyanîyê UNICEF’ê, 2,5 mîlyon zarokên li Sûrîyê û 750 hezarên zarokên Sûrî yên neçar mane ku birevin welatên cîran nikarin herin dibistanan û da zanîn ku 6 mîlyon zarok hewceyî alîkarîyê ne.

Wê rêxistinê bal kişand ku bi qasî 500 hezar zarok nikarin têr xwarinê bixwin û dîyar kir ku dê û bav wan dişixulînin yan jî zû dizewicînin.

Protestoyên dijî hikûmeta Beşar Esad di Adara 2011’an de destpê kiribûn û piştre Sûrîyê bi beşdarîya hêzên navneteweyî şerê navxweyî çêbûbû.

Ji destpêka şerê navxweyî ya li Sûrîyê pirtir ji 400 hezar kes hatine kuştin û 12 mîlyon kes jî neçar mane koç bikin.

XS
SM
MD
LG