Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) raghand ku di nav deh salên dawî de êrîşên li ser zarokan pir zêde bûne.
Li gorî UNICEFê êrîşên ji sala 2010an şûnda, sê car ji yên berê zêdetir in.
Rêvebira Giştî ya ya UNICEFê Henrietta Fore li ser mijarê daxuyanîyek da.
"Pevçûnên ku li çar alîyên cîhanê rû dan li gorî yên berê pir dewam kirin. Ev bû sedema kuştina hejmarek zêde ya zarokan. Di na 10 salan de êrîş û tundîya li ser zarokan pêr zêde bûye" got Fore.
Li gorî daxuyanîya Rêvebira Giştî ya UNICEFê di nav deh salan de rojê 45 êrîş bi ser zarokan pêk hatine.
Peymana Mafê Zarokan di sala 1989an de hat qebûlkirin lê li gorî daxuyanîyê peyman jî feyde nekir ku êrîş kêmtir bibin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (UN) tenê di sala 2018an de bi kuştin, revandin, destdirêjî, seqetkirin, êrîşên bi ser dibistanan, li ser zarokan 24 hezar sûc li ser zarokan hatine kirin.