Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY di Raporteke Nû de Dibêje Kiryarên DAIŞ'ê yên Dijî Êzîdîyan Jenosîd E


Êzîdîyên ku xwe gîhandine Rojava

Şêwirmendê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî Kerîm Esad Ahmed Xan îro encama raporta Tîma Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ji Civata Ewlekarîyê re pêşkêş kir û got ku kiryarên DAIŞ’ê yên dijî Êzîdîyan jenosîd e.

"Tîma UNITAD bi berfirehî vekolîna kiryarên xirab yên dijî Êzîdîyan kir. Ji karbidestên Îraqê, Herêma Kurdistanê û NGO’yan wî welatî bi hezaran daxuyanî û dîdevanî tomar kirin. Ez dikarim bêjim ku delîlên zelal û pêbawer hene ku tawanên dijî Êzîdîyan digiheje asta jenosîd (tevkujî) e.

Xan da zanîn ku tîma wan analîzên kompîteran, tomarên deng yên telefonan, teknolojîya nasîna rûyan (facial recognition) û pêdaçûn û lêkolînên forenzîk giheşte wê encamê.

”Pêlg û delîlên ku me civandin piştrast kirin ku DAIŞ’ê ji kiryarên tuneker yên wek kuştinkarî, destdirêjîya seksî, êşkence, kolekirin û tawanên din yên şer û dijî mirovahî yên ser Êzîdîyan berpirs e,” Xan bi berdewamî got.

Xan bi berdewamî da zanîn ku xebata wan wê bibe alîkar ku endamên DAIŞ’ê jibo tawanên ku li Îraqê hatine kirin, li dadgehên navnetewî werin darizandin.

“Raporta me çarçoveyek danîye ku di nava sala were de dadgehkirina endamên DAIŞ’ê pêkan bike.”

XS
SM
MD
LG