Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

United Airlines Dibe Mezintirîn Hêla Asmanî li Cîhanê


Du hêlên asmanî yên Amerîkî, United û Continental, di çarçûva rêkeftineka 3 Milyar Dollarî de razî bûn bibin yek û di encam de ew dibin mezintirîn kompaniya hêla asmanî li cîhanê.

Navê kompaniya nû United Airlines e û dê bîte xwedan 700 firoke û 88 hizar karmend û geştên xwe ji bo 370 bajaran li 59 welatan dike.

Rêveberê giştî yê Continental, Jeff Smisek, dibe rêveberê giştî United Airlines û rêveberê giştî yê United, Glenn Tilton, dibe serokê United Airlines.

Desteyên reveberên United û Continental roja Yekşembî ava kirina hêla asmanî ya nû pejirand.



XS
SM
MD
LG