Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Biryar Da ku Erka UNAMI di Dawîya 2025'an de Biqede


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî îro Înê bi yekdengî biryar da ku Mîsyona Alîkarî ya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê (UNAMI), piştî pirtir jî 20 salan, di dawîya sala 2025'an de teva bike.

Biryara Civata Ewlekarîyê, ku îro hat pejirandin, erka UNAMI cara dawî bi 19 mehên din, heta 31ê Berfanbara 2025'an dirêj kir û dûnre UNAMI wê hemî xebatan li bisekinîne.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sudanî, di destpêka vê mehê de bi nameyekê ji Civata Ewlekarîyê daxwaz kiribû ku erka UNAMI were daxistin.

“UNAMI kêşeyên mezin û cûrbecûr çareser kiran, lê êdî li Îraqê bingeha hebûna nûnertîyeke sîyasî nemaye," Sudanî gotibû.

Şêwirmendê Sudanî yê jibo karên derve, Ferhad Alaaldîn şabûna xwe li ser biryarê platforma X dîyar kir.

“Ez jibo hemî xebata UNAMI yên 20 salên borî û jibo rêbertîya Jeanine Hennis ya di nava 5 salên borî de spasîya xwe pêşkêş dikim,” Alaaldîn got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku UNAMI ji alîyê Civata Ewlekarîyê, di sala 2003'yan de li ser daxwaza hikûmeta Îraqê ya piştî rûxandina rejîma Saddam Huseyîn hatibû damezrandin.

Li Îraqê nêzî 700 karmendên UNAMI hene ku karên mîna şêwirmendîya hikûmetê li ser dîyaloga sîyasî û aşkirinê û herwiha alîkarîya di hilbijartinan û reforma sektora ewlehîyê de dike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG