Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Urdunê Karmendên Dewletê Vedigerin Kar


Kolanek li Ammanê, Urdunê, di dema vîrusa korona, 21'ê Adarê, 2020.

Karmendên dewleta Urdunê, piştî li mal mayîna mecburî ya zêdetirî du mehan ya jiber belavbûna vîrusa korona îro Sêşemê jinûve dest bi kar kirin.

Piranîya 250,000 karmendên sivîl yên welêt, ji ragihandin rewşa awarte ya di nîvê Adarê de vi rve, li ofîsên xwe kar nekirine.

Sameh el Nasir, serokê komîsyona karûbarên giştî da zanîn ku di çerçova planeke di çarçoveya dûrmayîna civakî de, çaverê ye ku nêzî 60 ji sedî karmendên sivîl werin ser kar.

Jiber qedexeyên dijî vîrusê dibistan, zanîngeh û derîyên sînorî hatine girtin û firînên navnetewî hatine rawestandin.

Lê, bi deh hezaran karmendên dewletê yên tendirustîyê, berevanîya sivîl, gumrikê, hêzên ewlehîyê û artêşê bi armanca pêkanîna karûbarên bingehîn xebatên xwe domandin.

Hikûmetê ragihand ku di dawîya meha borî de wan belavbûna vîrusa korona kirine bin kontrolê û gelek qedexe hatine rakirin, ku piraniya karsazî û pîşesazî niha jinûve de hatine vekirîn.

Urdun heta niha jiber vîrusa korona 711 bûyerên pêketinê û 9 mirin ragihandine.

Herwiha, hinek karbidestên bijîşkî hişyarî didin ku piştî sistkirina tedbîr û qedexeyan dibe ku bûyerên vîrusê jinûve de zêde bin.

XS
SM
MD
LG