Wezîra Berevnaiya Almanya Ursula von der Leyen roja Duşemê got, ew dê karvekişîna xwe ji hikûmeta Angela Merkel ragihîne da ku ji bo serokatiya Komîsariya Yekêtiya Ewrupa kar bike, ku bilindtirîn poste di Yekêtiya Ewrupa de.
Ursula roja Duşemê got, sibê ezê daxwaza bawerîyê ji Parlamena Yekêtiya Ewrupa bikim. Von der Leyen got," eger ku encam çi bin jî, roja Çarşemê ezê dest ji karê Wezareta Berevaniyê berdim, da ku hemû hêza xwe bixim di xizmeta Ewrupa de".
Tê çaverêkirin ku sibê roja Sêşemê parlamena Ewrupa dengî li ser Von der leyen bide û tekez bibe ku dê bibe Seroka Komîsarya Yekêtiya Ewrupa.
Von der Leyen (60 salî) berbijara demildest ya bîstika dawiyê bû ya rêberên Yekêtiya Ewrupa li destpêka vê mehê û hat berbijar kirin ji bo ku ciyê Jean-Claude Juncker bigir e.