Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Piranîya Dengan Von Der Leyen Dibe Seroka Komîsarîya YE


Ursula von der Leyen

Parlamena Ewrûpa roja Çarşemê bi piranîya dengan pejirand ku xanim Ursula von der Leyen weke Seroka Komîsarîya Yekêtîya Ewrûpa 1ê Dîsemberê dest bikar bibe.

Di encama dengdanê de 461 deng Erê bikar anî, li hember 157 dengên Na û 89 kes jî bêdeng, hat erê kirin ku siyasetvana Alman û wezîra berê ya Berevaniya Almanya û kesa nêzkî Angela Merkel Şêwirmenda Almanya ye bibe seroka Komîsarîya YE, Ursula dê destpêka meha li pêşîya me bibe seroka Komîsarîya Yekêtiya Ewrûpa.

Xanim von der Leyen yekemîn jine ku bibe seroka Yekêtîya Ewrûpa, berî niha jî hatbû ragihandin ku tîma xanîm von der Leyen dê "destpêkek nû be di Yekêtîya Ewrûpa de.

Wek tê zanîn pêwîst bû berî mehekê von der Leyen dest bikar kir baye weke seroka Komîsarîya YE, lê dengdana parlemena Yekêtîya Ewrûpa mehekê paş xist û dê roja 1ê Dîsemberê li Bruksel dest wezîfa xwe ya nû bike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG