Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ursula von der Leyen: Brexit Dikare Were Taloq Kirin


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen dîyar kir ku ger Brîtanya sedemên maqûl bibêje Brexit dikare bê taloq kirin.

Leyen da zanîn ku ew naxwaze ku Brîtanya bê peyman ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derkeve û got ku ewê bo her du alîyan jî encamên xirab bîne.

Wê dîyar kir ku ew niha li bendê ne ku Brîtanya serokwezîrê xwe yê nû hilbijêre û da zanîn ku ewê piştre jinûve ser Brexitê danûstandinan bikin.

Peymana Brexitê di parlamana Brîtanya da sê caran hatibû red kirin.

Leyen ser wê peymanê jî got ku ‘’peymaneke rind e’’ û dîyar kir ku ew bi awayekî erênî li taloqkirina Brexitê dinêrin.

XS
SM
MD
LG