Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Idîayên Rûsya li dor Jimara Çekdarên Dewleta Îslam li Afganistanê Red Dike


John Nicholson

Amerîka handeriya Rûsya û Îranê kir ku piştgiriya hikûmeta Kabulê bikin, ne ya Talîbanê, ji bo têkbirina gurûpa Dewleta Îslamî li Afganistanê.

Amerîka idîayên Rûsya red kirin li dor pirbûna jimara çekdarên Dewleta Îslamî li Afganistanê.

Mosko dibêje bi hezarana Terorîstên Dewleta Îslamî li bakur û rojhilata Afganistanê ne.

Komandarê hêzên Amerîkî li Afganistanê general John Nicholson îro Şemiyê nîşan bi van xalan da wek bersiv ji tawanbariyên Rûsya re ku dibêjin Waşinton bi mebest xemsariyan dike li dor jimara çekdarên Dewleta Îslamî li Afganistanê.

Nicholson di konferanseka rojnamevanî de got jimara wan derdora 1,500 çekdar e û ew li hin beşên parêzgeha Nangarhar û Kunar û her wiha parêzgeha Jowzjan in.

Wî got hêzên Afganî bi piştgiriya hêzên Amerîkî yên dijî terorê û hêza esmanî êrîşî hersê cihên wan dikin.

XS
SM
MD
LG