Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zalmay Xelîlzad ji bo Hewlên Aştîya Afghanistanê Diçe Herêmê


Şandîyê Amerîka yê taybet bo Afghanistanê Zalmay Xelîlzad, ji bo hewildanên bilezkirina guftûgoyên aştîyê di navbera alîyên Afghanistanê de, çû Tirkîyê û herêmê.

Wezareta derve ya Amerîka di daxuyanîyekê de got ku Xelîlzad gera xwe roja Pênşemê dest pê kir.

Wezaretê got:

“Ew(Xelîlzad) dê tevlî herdu alîyan bibe di hewlên wan ên amadekarîyê de ji bo axaftinên lihevkirineke siyasî ku dê agirbesteke demdirêj û aştîyeke dadmend berhem bide.”

Tê zanîn ku Amerîka hewla rêkeftinekê dide di navbera hikûmeta Afghanistanê û tevgera Talîbanê de, ji bo dawîanîna şerê welêt.

XS
SM
MD
LG