Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Yekşemê fişar da ser welatên Ereb ên cîranên Îsraîlê da ku siberojê rolekê di rêvebirina Gazayê de bilîzin, di demekê de ku ew hewl dide girjiyên herêmî kêm bike di encama êrîşa Îsraîlê de dijî mîlîtanên Hamas li Gazayê.
Serdana Blinken tê piştî ku êrîşeke dronê li Beyrûtê serkirdeyekî payebilind yê Hamasê kuşt, Îsraîl û Hizbullaha Lubnanî ku Îran piştgirîya wê dike li ser sînor pevçûnan dikin, û Washington hewl dide hevalbendan kom bike da ku rê li êrîşên mîlîtanên Hûsî yên Yemenê li ser keştiyên Deryaya Sor bigre.
Blinken derengî roja Şemiyê gihîşte Urdunê û roja Yekşemê bi şah Abdullah re kom bû, berî ku serdana Qeterê bike û roja xwe li Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî bi dawî bîne.
Şah Abdullah ji Blinken re got ku Washingtonê roleke sereke heye di danîna fişarê de li ser Îsraîlê ji bo agirbesteke bilez, û hişyarî da li beramber "encamên karesat" yên berdewamiya şer, piştî êrîşa Hamas ya 7ê Cotmehê li başûrê Îsraîlê ku 1,200 kes kuştin û 240 dîl girtin.
Li gorî karbidestên saxlemîyê yên Filistînî, êrîşên esmanî û bejayî yên Îsraîlê heta roja Şemîyê 22,722 Filistînî kuştin, û li gor xebatkarên alîkarîyê beşekî mezin ji Gazayê wêran bûye û 2.3 mîlyon rûniştvanên wê li ber birçîbûnê ne.
Wezîrê Derve yê Urdunê Ayman Safadi, ku berê bi Blinken re hevdîtin kiribû, dê tenê senaryoyeke siberoja ku Kenara Rojava û Gazayê bigihîne hev, weke bingeha çareseriya du dewletî bo Îsraîl û Filistîniyan, gotûbêj bike, Wezareta Derve di daxuyaniyekê de berî civînê got.
Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant roja Pênşemê pêşnîyaz kir ku hêzeke pirnetew bi serokatiya Amerîkayê û hevkarîya Yekîtiya Ewrupî û hevkarên herêmî dikare berpirsyariya nûavakirina Gazayê bike, û dê Îsraîl di operasyonên xwe yên li wir de azad be.
Blinken dê fişarê bide ser welatên misilman ên dudil, da xwe amade bikin ku rolekê di nûavakirin, rêvebirin û ewlehiya Gazayê de bilîzin, karbidestekî payebilind ê Wezareta Derve ku li gel Blinken e got.
Karbidest got, şanda Amerîkî dixwaze nerînên welatên Erebî derbarê siberoja Gazayê kom bike, berî ku wan helwestan bigihîne Îsraîlê, û da zanîn ku dê di navbera helwestên aliyên cuda de ciyawazeyeke mezin hebe.
Çavkanî: Reuters