Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Serkirdeyê Daişê Ebû Bekir el-Bexdadî li Idlibê Dike Armanc


Karbidest dibêjin leşkerên Amerîka rêberê Daişê Ebû Bekir el-Bexdadî di operasyonekê de kiriye armanc û renge ew hatibe kuştin.

Serokê Amerîka Donald Trump li ser Twîtera xwe nivîsand ku” niha, tiştekî mezin rûda.”

Berpirsê ragihandina Koşka Spî Hogan Gidley got serok Trump îro Yekşemê demjimêr 9ê beyanî gotareke girîng pêşkêş dike.

Karbidestekî ji ajansa nûçeyan Reuters re gotiye ku Ebû Bekir el-Bexdadî bûye armanc, lê bê ku berferehiyan dabîn bike.

Raportan ragihand ku jimarek firokên helîkopter ên leşkerî yên Amerîka şeva borî li ser esmanê bajarê Idlibê diyar bûn.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat General Mezlûm Ebdî, wî jî di twîtekê de behsa armanckirina Bexdadî kir û got:

“Ew operasyoneke dîrokî û serkeftî bû, bi saya hewlên agahdarî li gel Amerîka.”

Tê zanîn Amerîka xelateke bi nirxa 25 milyon dolar terxan kiribû ji bo girtina el-Bexdadî, û heman pere ji bo serkirdeyê Al-Qaîde Osama Bin Laden berê terxan kiribû û her wiha ji bo serkirdeyê piştî wî Eymen el-Zewahirî.

XS
SM
MD
LG