Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwerê Amerîkî Geoffrey Berman Red Dike ku Dest ji kar Bikişîne


Dadwer Geoffrey Berman

Dadwerê fedralî yê Amerîka Geoffrey Berman ku nivîsîngeha wî vekolînan di derheqê parêzerê taybet ê serok Donald Trump de dike, red kir dest ji kar bikşîne, piştî ku rêveberiya Trump gotibû ew kesekî din dixin cihê wî.

Dadwerê giştî William Barr şeva borî ragihandibû ku dadwer Geoffrey Berman dest ji kar dikşîne û ew dê li şûna wî serokê desteya borseyan û veguhestina pereyan Jay Clayton erkdar bike.

Berman ê ku serkêşiya nivîsîngeheka bihêz a vekolînên keysên radebilind ên terorê, gunehkariyên darayê yên Wall Street û gendeliya hikûmetê dike, got wî nûçe ji daxuyaniya rojnamevaniya Barr bihîst û ew bêdeng dest ji kar nakişîne.

Wî got:

“Min dest ji kar nekişandiye, û hizra berdana posta xwe nakim... Ez dê dest ji kar bikişînim eger kandîdekî serokatiyê ji aliyê Sînatoyê ve were erêkirin. Ta wê demê vekolînên me berdewam in.”

XS
SM
MD
LG