Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kandîdê Demokrat Joe Biden Dê Serdana Malbata George Floyd Bike


Alîkarên kandîdê demokrat ê serokatiya Amerîka Joe Biden got ku ew dê roja Duşemê biçe bajarê Houstonê û serdana malbata George Floyd ê ku di nav destên polîs de mirî bike.

Serdana Biden a pilankirî tê piştî du hefteyan ji xwepêşandanên berferh ên bajarên Amerîkî li dijî şêweyê desteserkirin û danûstandina efserê polîs bi Floyd re.

Çavlirê ye ku Biden sersaxiya malbatê bike û peyameke vîdyoyî tomar bike ji bo merasîmên Floyd ku dê di heman rojê de bibin, li gor du alîkarên Biden.

Biden di van rojên dawî de Trump rexne dike li dor bersivdana wî ya xwepêşandanan.

Tê zanîn ku xwepêşandanên şemezarkirina nijadperestiyê li Amerîka berdewam in û di nava hinekan ji wan de tundûtûjî û talankirin bû.

Trump daxwaz ji desthilatdaran kir ku xwepêşandanên ne aştiyane rawestînin.

XS
SM
MD
LG