Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Brîtanya Dibêjin Wan 15 Dron Li Ser Deryaya Sor Xistin


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Artêşên Amerîka û Brîtanya ragihandin ku keştîyên şer yên her du welatan îro Şemîyê li ser Derya Sor bi giştî 15 dronên gumanbar xistine xwarê.

Fermandarîya Navendî ya Amerîka dîyar kir ku keştîya USS Carney "14 sîstemên esmanî yên bêmirov bi serketî têk birine, ku ji herêmên Hûsî yên Yemenê hatine avêtin".

Fermandarîya Amerîka da zanîn ku dron bê zarardayîna keştîyên li heremê yan zîyanên canî hatine xistin xwarê.

Wezîrê berevanîyê yê Brîtanya Grant Shapps jî dîyar kir ku keştîya HMS Diamond droneka ku keştîyeke bazirganî armanc dikir, xwistîye xwarê.

Shapps got ku êrîşên serhildêrên Hûsî yên Yemenê dijî keştîyên bazirganî yên li Derya Sor, ser bazirganîya navneteweyî û ewlehîya deryayî gefeke rasterat çê dikin.

"Brîtanya pabende ku rê li van êrîşan bigire da ku çalakiya azad ya bazirganîya cîhanî biparêze," wî got.

Piştî destpêka şerê Îsrailê li ser Xezayê, Tevgera Hûsî ya Yemenê ku Îran piştgirîya wê dike wek bersîv êrîşan pêk tine.

Serhilderên Hûsî êrîşan diibin ser keştîyên li Derya Sor, ku yek ji rêyên keştî yên herî qelebalix yên cîhanê ye. Hûsî herwiha dron û mûşekan jî davêjin Îsraîlê.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG