Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Divê Amerîka Dema Şerê Koronayê Vala Derbas Neke


Wezîrê derve yê Çînê Wang Yi

Mezinê dîplomatên Çînê Wang Yi îro Yekşemê got divê Amerîka dema xwe di şerê dijî koronayê de vala derbas neke û kar li gel Çînê bike ji bo rûbirûbûna wê ji dêvla belavkirina derewan û êrîşkirina Çînê.

Pêwendiyên Amerîka û Çînê ji dema belavbûna vîrusa koronayê ve bi şûn ve çûne û rêvebiriyên herdû welatan hevdu tawabar dikin û bi taybetî Amerîka dibêje ku Çînê rastiya vîrusê veişartiye.

Herdû abûriyên mezin ên cîhanê her wiha dijberiya hevdu dikin li dor Hong Kongê, Mafên Mirovan, bazirganiyê û her wiha piştgiriya Amerîka ji bo Taiwanê.

Rawêjkarê dewletê Wang, di konferansa rojnamevanî ya salana de li parlemana Çînê xemên xwe derbirîn li dor hejmara miriyên Amerîka ya ku di çend rojên bê de 100,000î derbas dike bi sedema vîrusa koronayê.

Wang ê ku her wiha wezîrê derve yê Çînê ye, got:

“Mixabin, li gel belavbûna vîrusa koronayê, vîruseka siyasî li Amerîka belav bûye. Ev vîrus her derfetekê bi kar tîne ji bo êrîşkirina Çînê.”

jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG