Lînkên eksesibilîtî

Trump û Serokê Çînê Rewşa Korya Bakur Guftûgo Dikin


Serokê Amerîka Donald Trump û yê Çînê Şî Jînping di pêwendiyeke telefonî de doh Înê, dupat kir li ser pêgiriyên xwe yên hevbeş li dor nehîştina çekên navokî li nîv girava Korya, li gor Koşka Sipî.

Daxuyaniya Koşka Sipî got herdû serkirdeyan piştrast kir ku biryarên dawî yên civata ewlekariya Neteweyên Yekirtî yên girêdayî Korya Bakur, ew girîng û pêwîst bûn ji bo avêtina hin gavan ber bi aştî û seqamgiriya nîv girava Korî de. Wê her wiha got serokan erê kir ku Korya Bakur pêwîste şêweyê xwe yê gurkirin û dijminahiyê rawestîne.

Demekê berê doh Înê Trump huşdariyeke nû da Korya Bakur û got leşkerên Amerîka di amadebaşiyê de ne, di demekê de Pyongyang serkirdeyê Amerîka tawanbar kir ku ew dixwaze nîv girava Korî ber bi şerekî navokî ve bibe.

Trump her wiha huşdariyên xwe dubare kirin li dor gefên Korya Bakur ber bi girava Guam de, û got “Eger tiştek li Guam bibe, dê Korya Bakur rastî kêşeyeke mezin bê. “

Pyongyang gef dan ku dê moşekan bavêje navçeya Pasîfîk a Amerîkî, ku navendeke mezin a leşkerên Amerîka ye.

XS
SM
MD
LG