Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştgiriya Amerîka bo Taiwanê Rastî Rexneyên Çînê Tê


Alayên Amerîka û Taiwanê
Alayên Amerîka û Taiwanê

Amerîka di twîtekê de piştgiriya xwe derbirî ji bo beşdarbûna Taiwanê di Neteweyên Yekgirtî de roja Înê û Çînê bi tundî rexneya helwesta Amerîka kir.

Twîta Erka Amerîka li Neteweyên Yekgirtî got ku Rêxistin bi endamtiya 193 welatan hatiye damezrandin da xizmeta hemî dengan, bixêrhatina hemarengiyê û piştgiriya mafên mirovan bike.

Wê got:

“Bendkirina Taiwanê di Neteweyên Yekgirtî de ew ne tenê bendkirina xelkê Taiwanê ye, belê bendkirina pirinsîbên Neteweyên Yekgirtî ye jî.”

Daxuyanî ji aliyê balyoza Amerîkî li Neteweyên Yekgirtî Kelly Craft ve hat belavkirin.

Erka Çînê li Neteweyên Yekgirtî twîta Amerîka wek”binpêkirineka rijdî ya biyara Neteweyên Yekgrtî, ku kursî daye Çînê, û her wiha serbixweyî û serweriya Çînê” bi nav kir.

Peyvdarê Çînê got:

“Ev yek destêwerdaneke tund e di karûbarên 1.4 milyar xelkê Çînî de... Tenê yek Çîn li cîhanê heye. Hikûmeta komarî ya xelkê Çînê ew tenê hikûmeta rewa ye ku niwêneratiya Çînê bi tevahî dike û Taiwan jî beşekî ne ji derveyî Çînê ye.”

Çînê daxwaz ji Amerîka kir ku pêgiriyê bi prinsîba (Yek Çîn) û sê daxuyaniyên hevbeş ên Amerîka û Çînê û her wiha biryara komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî bike.

XS
SM
MD
LG