Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qunsulxaneyeka Amerîka li Çînê Tê Girtin


Îro Şemiyê ewlekarî li dor qunsulxaneya Amerîka ya li bajarê Chengdu yê Çînê tund bû, di demekê de ku endamên qunsulxaneyê amadekariyên bicihîştina wê dikirin, piştî rojeke ji fermana girtina wê ji aliyê Çînê ve, wek tolvedan ji bo girtina qunsulxaneya Çînê li bajarê Houston ê Amerîkî.

Girtina herdu qunsulxaneyan girjiyeke rasterast xistiye pêwendiyên herdu hêzên abûrî yên mezin ên cîhanê.

Tabloya qunsulxaneyê ji ser avahiyê hate rakirin û sê van derbasî sûra avahiyê bûn û endamên wê di tevgerekê de bûn.

Polîs li derveyî avahiyê kom bibûn û cadeya qunsulxaneyê hatibû girtin.

Ajansa Reutersê hewl da pêwendiyê bi qusulxaneyê û balyozxaneya Amerîkî li Çînê re bike, ji bo şîrovekirinan, lê herduyan jî bersiv neda.

Tê zanîn Amerîka roja Înê qusulxaneya Çînê li Houston girt û wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo got ku qunsulxane bibû” navendeke sîxurî û dizîna berhemên dahênanî.”

XS
SM
MD
LG