Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nobedarên Niştimanî li Dijî Tundûtijiya Hin Bajarên Amerîka Têne Çalakkirin


Hakimê wîlayeta Gorgia rewşa tengaviyan ragihand ji bo çalakirina Nobedarên Niştimanî yên wîlayetê di demkê de ku tundûtijî li Atlanta û gelek bajarên din ên Amerîka derketiye holê, piştî kuştina welatiyê bi navê Goerge Floyd ji aliyê efserekî spî ve li wîlayeta Minnesota.

Girteyeke vîdyo hatibû belavkirin ku tê de efserîkî spî kaboka xwe dide ser stuyê welatiyê reş Gorge Floyd di dema girtina wî de, henasa wî dibire û di encamê de Floyd jiyana xwe ji dest dide.

Pêncsed nobedarên dên li Minneapolisê hatin belavkirin, cihê ku Floyd lê hatî kuştin, û piştî şewitandina cihên kar û berzbûna asta tundûtijê, hakimê Minnesota Tim Walz îro Şemiyê got ew dê 1,000 nobedarên din çalak bike û alîkariya fedralî da ber çavan.

Li Waşingtona paytext jî nobedarên niştimanî di amadebaçiyê de ne, û gurûpeka xwepêşander li pêş Koşka Spî sloganên dijî serokê Amerîka Donald Trump gotin û hin xwepêşanderan hewl da ku çeperên derdorê ji nav bibin û şûşeyên avê avêtin hêzên ewlekariyê ku evên dawî jî ku bi gazên rondikrêj bersiv da.

Tê zanîn, kuştina Floyd bûye sedema xwepêşandanan li gelek bajarên Amerîka ku di encamê de tundûtijî derketiye holê û gelek cihên giştî û kar hatine şewitandin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG