Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Rewşa Tengaviyan li dor Vayrosa Korona Radighîne


Hikûmeta Amerîka tengaviya tenduristî ya giştî li dor vayrosa Korona ragihand û pîvanên tund li ser rêwîyên biyaniyên ku van demên dawî li Çînê mane sepandin.

Ev ragihandin tê di demekê de ku hikûmeta Çînê bilindbûna jimara qurbanî û nexweşên Vayrosa Korona radighîne.

Berpirsên Çînê yên parêzgeha Hubei ya navendî ya ku nexweşiyê jê dest pê kiribû, îro Şemiyê got herî kêm 258 kes ta niha mirine û nêzîkî 12,000 kes bi nexweşiyê ketine.

Berdewambûna belavbûna vayrosa Korona hîşt ku wezîrê Amerîka yê tenduristî û xizmetên mirovî Alex Azar ragihîne ku her biyaniyekî di van demên dawî de serdana Çînê kiribe, ji bilî yên ku endamên rasterast ên malbatên wan welatiyên Amerîkî ne, wê derbasî Amerîka nebe.

Wî her wiha got her welatiyekî/a Amerîkî ku di nava du hefteyên borî de serdana parêzgeha Hubei ya Çînî kiribe, wê 14 roja bê veqetandin, dema ku tê de Vayros geş dibe.

Amerîka van pîvanan radigihîne di demekê de ku navendên Amerîka yên parstin û kontrolkirina nexweşiyan 6 haletên vayrosa Korona li Amerîka ragihandin.

Berpirsên tenduristî dibêjin nexweşê dawî mêrekî navçeya Santa Clara ya bajarê San Francisco ye, ku piştî serdana Çînê nexweş ketiye.

XS
SM
MD
LG