Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Rojane Bêhtirî 100,000 Keysên Korona Tomar Dike


Amerîka roja Înê bêhtirî 121,000 keysên nû yên vîrusa koronayê tomar kirin. Ev roja sêyem e ku bêhtirî 100,000 keys têne tomarkirin.

Belavbûna vîrusê li hemî herêmên Amerîka zêde dibe û hejmara mirîyan jî bilind dibe.

Derbasbûna nexweşxaneyan jî, her wiha bilind bûye û nexweşxaneyên wîlayetên Başûr û Rojavayê Navîn neçar in ku bi hin pîvanên lezgîn nexweşan wergirin.

Wîlayetên Rojavayê Navîn bêhtir keys lê tên tomarkirin. Tomarên herî bilind li wîlayetên Illinois, Indiana, Iowa, Minnesota, North Dakota, Nebraska û Oklahoma hatine tomarkirin.

Berpirsên bajarê Denver li wîlayeta Colorado, roja Înê handerîya xelkê kir ku di navbera demjimêr 10ê êvarê ta 5ê serê sibe ji malê xwe dernekevin.

XS
SM
MD
LG