Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leon Panetta Serdana Herêma Kurdistana Îraqê Kir


Wezîrê Berevanî Leon Panetta û Serokê Herêmê Mesûd Barzanî li Hewlêrê, Sêşembî 12 meha 7, 2011.
Wezîrê Berevanî Leon Panetta û Serokê Herêmê Mesûd Barzanî li Hewlêrê, Sêşembî 12 meha 7, 2011.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Leon Panetta serdana Herêma Kurdistana Îraqê kir ji layê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve pêşwazî lê hat kirin.

Di kombûnekê de roja Sêşembî li Hewlêrê, ku balyozê Amerîkî li Îraqê û serokwezîrê Herêmê tê de amade bûn, Panetta û Barzanî gotûbêj li ser vekêşana hêzên Amerîkî li Îraqê û çend pirsên din kirin.

Birêz Panetta roja Duşembî gehişte Îraqê û li Bexda bi serok û serokwezîrê Îraqê re kom bû.

Cara yekemîn e birêz Panetta serdana Îraqê bike, piştî wergirtina posta Wezîrê Berevanîyê.

Ji bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike; raporta peyamnêr Omer Ferhadî li Hewlêrê.

XS
SM
MD
LG